London – Rojnameya Sunday Time a Brîtanî di gotarekê de nivîsandiye aşkere kiriye ku, 700 welatiyên Brîtanya di nava rêzên Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê de li Îraq û Sûriyê şer dikin û li gorî hinek raportan 300 çekdar ji wan vegeriyane welatê xwe.
Rojnameya Sunday Time diyar kiriye ku, hêzên ewlehiya navxwe dê dest bi kampînekê bikin, ku xelkê ji wan rêxistinan dûr bixin.
Eve di demekê de ye ku, ji destpêka derketina DAIŞ`ê ve, hejmareke zêde ji welatiyên Ewropa tevlî wê rêxistinê bûne û di nav de li Îraqê û Sûriyê şer dikin.
Xendan