Li gor nûçeyek Ajansa Almanî, Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê 20 çekdarên xwe yên Kurd û endamê Encumena Beldî yê li deverên Şengal û Til Efer yên li Rojhelatê Mûsil`ê bidarvekirin.
Li gor zanyariyên akinciyên herêmê, biryara bidarvekirina çekdarên Kurd ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê VE piştî binkeftina wan li hemberî Hêzên Pêşmerge hat ku, ji nava wan kesan emîrekî DAIŞ`ê bi navê Ebo Qadir El Kurdî ye.
Her weha çekdarên DAIŞ`ê Mihemed Cibûrî Endamê Encumena Beldî ya Qezaya El Hemdaniyê li Rojehalatê Mûsil`ê gulebaran kirin, lê hîna sedemê wê yekê nayê zanîn.
Xendan