Seydayê Dilbirîn
Keça ciwan û bedew, Firînaza qehreman
Ser aferîn ji bo te, mûm û finda Kurdistan
Şox û şeng û şepalê, nazikê pir ciwanê
Li ser te bûye ferman, raperîn û berxwedan
Li her alî êrîş in, ji bo keça Kurdistan
Mihabada Çarçira, qîr û şewat û talan
Li Seqiz û Mêrîvan, li Amed û Batiman
Li Hewlêr û Qamişlo, seranserî Kurdistan
Gelê Kurd qet naweste, şev û roje ser piyan
Bimrin kesên bênamûs, bijî keça Xisrewan
Dest dirêjên namûsê, rih gemarin wek şeytan
Nesebînin keçê kurd, ew leheng û canfidan
Tev Zeyneb û Şêrîn in, Zîlan û pêrîtan in
Canfidayê welat in, Arîn û Bêrîvan in
Sed aferîn ji bo te, Firînaza Xisrewan
Tola te wê hilgirin, kurê Kurdoxê Mîtan
Çavê pîsa derîn in, heyfa te wê hilîn in
Bêbext û serserîne, gih mele gih sofî ne
Ew bixwe kure mar in, her dijmin û neyarin
Neyarê gelê kurd in, dîroka wan gemar in
Bawerî bi wa nabin, dest bixwîn û celadin
Pir xort û keçê ciwan, bûn goriyê Kurdistan
Em serî natewînin, dîroka me dizanin
Em mêrxas û şervanin, nayê bîra me mirin
Ji bo te canfidane, her bijî tu Firînaz
Destên gemar û qirêj, gelek pîs û arzan in.
Di wijdanê me her tu, bijî keça qehreman
Ji bo te pesindar e, xwe disoje Dilbirîn
Her dike qîr û hewar, cerg û hinav bûne xwîn
D` hevoka de hil nayê, nav û pesnê te yî şêrîn
Gel çiqasî ez bihûnim, rist û helbestê buhan
Nabin ji takî pora te, keça Kurd û Kurdistan.