Pirsgirêkên navxweyî yên nava DAIŞ li bajarê Musilê berdewame û 400 terorîstên wê grupê ku hemû xelkê wî bajarî ne bereyekî nû ava kirine û gefê li kuştina terorîstên biyanî dixwin.
Jêderekê li nava Musilê ji PUKmedia`yê re ragihand: Di heftiya borî de 5 gorên komî li nava xaniyekî bajêr hatine dîtin ku zêdetir li 27 term têde bûne û hemû jî xelkê bajarê Musilê ne û derketiye holê ku ji aliyê terorîstên biyanî ve hatine kuştinê.
Diyar jî kir ku: Her bi wê sedemê zêdetir li 400 terorîstên ser bi rêxistina DAIŞ cudabûna xwe ji DAIŞ`ê ragihandine û li çend cihên bajêr de belav bûne û gefa kuştina terorîstên biyanî bi taybetî ên serkirdeyên DAIŞ dixwin.
Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku: Roj nîne li nava bajarê Musilê tawanên dijî mirovahiyê neyên encamdanê û xelkê sivîl û bê tawan ji aliyê serkirdeyên nava DAIŞ ên biyanî ve têne kuştinê, eve yek jî xelkê bajêr bi temamî aciz û tengav kiriye.
PUKmedia