Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzîdiyan li Wezareta Ewqaf`ê li Herêma Kurdistan`ê Xeyrî Bozanî ragihand ku, 10 Êzîdiyên ku, zêdetirî 8 heyvane li ba DAIŞ`ê dîlgirtî bûn reviyane û xwe gihandine cihekî bi ewle li Çiyayê Şengal`ê ku di nava wan kesan de 6 zarok û 2 jin û 2 zelam hene.
Navbirî aşkere kir ku, 43 Êzîdiyên din jî ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin ji destê çekdarên DAIŞ`ê reviyane û xwe gihandine Çiyayê Şengal`ê û ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine pêşwazî kirin.
Heman çavkaniyê diyar kiriye ku, kesên xwe ji destê çekdarên DAIŞ`ê rizgar kirin ji zarok, jin û zelaman pêk tên ku xelkê Qezaya Şengal û komlegehên derdora wê ne.
Bozanî got:Bi Rizgarbûna vê hejmarê, heya niha ew kesên ku, ji destê çekdarên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin bûye Hezar û 628 kesan ku 311 kes zelam in, 765 jin bûn û 552 jî zarok in.
Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku, koma ew Êzîdiyên di destê Rêxistina DAIŞ`ê de nêzîkî 4 Hezar û 500 kes in ku, di heyva 8 ya sala bûrî di encama hêrişa wan bo ser sînorê Qezaya Şengal`ê ew hatine revandin.
Xendan