Berpirsê Ragihandina Liqa 14 Partî Demokrata Kurdistan`ê (PDK) li Mûsil`ê bo Malpera Xendan ragihand ku, îro piştî nîvro çekdarên terorîst (DAIŞ`ê) 21 çekdarên xwe yên birîndarên xwe ji Nexweşxaneya Komarî beri gundê Selamiye birin û ew gulebaran kirin.
Her weha got:Ew birîndar di şerên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de birîndar bibûn ku dest û lingên xwe ji dest dabûn.
Se`îd Memozînî ragihand ku, li gor biryara çekdarên (DAIŞ`ê) ew kesên ku dest û lingên xwe ji dest dane divê bên gulebarankirin.
Ji aliyekî din ve Memozînî aşkere kir ku, DAIŞ`ê îro termên 32 çekdarên xwe yên li bereyên şer gihandine nexweşxaneya bajarê Mûsil`ê.
Her weha got: Li gor zanyariyan ew term yên çekdarên ku li bereyên şer bi destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kuştin.
Xendan