Pêşangeha cewherê ya Mezopotamyayê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Odeya Zêrîngir û Serafan û Pêşangehkariya Sereksê cara pêşîn li Amedê vebû. Pêşangeh heta 26ê nîsanê vekirî ye, Serokên Odeyên Zêrîngiran ên 81 bajaran ligel 70 fîrmayan beşdarî pêşangehê bûn, li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya TUYAPê vebû û dê heta 26ê nîsanê bimîne vekirî.
Hevşaredarê Amedê Firat Anli, Serokê Odeya Zêrîngir û Seyarên Amedê Mustafa Akkul, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Ahmet Sayar, Midûrê Giştî yê Pêşangehkariya Sereksê Gokhan Yardogan, Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Amedê Muharrem Cebe, Waliyê Amedê Huseyin Aksoy û gelek karsaz beşdarî pêşangehê bûn.
Hevşaredar Firat Anli bi kurdî û tirkî mêvan silav kirin û dest bi axaftina xwe kir. Anli, bal kişand ku zêrîngiriyê rehên xwe li vê erdnîgariyê berdane û got, “Ji serdema ewil a madenkarî, sifirkarî û hesinkariyê vir de mirovên herî baş zêrîngiriyê dizanin mirovên vî erdî ne. Em mîratgirên Mezopotamya, Anadolu û Trakyayê ne. Bi saya vê pêşangehê hatina me ya cem hev gelekî watedar e. Gava Amed û zêrîngirî têne cem hev hêj xweşiktir dibin.”
Dema ku pêşangehê dom dikir, Serokên Zêrîngir û Serafan ji ber Parêzgeriya Amedê heta ber Şaredariya Bajarê Mezin “Meşa Aştiyê” pêk anî û piştre hevdîtin bi Hevşaredar Firat Anli re pêk anî.
PUKmedia