Qeysî riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê 3- 10 mitroyan bilind dibe. Kulîlkên wê berî ku pelên xwe veke dibişkivin û bi gelemperî spî û peyazî ne. Belgên wê keskê tarî, biriqok, dilane û rexên wan bi gelemperî xet-xet in. Piştî kulîlkên wê diwerin (diweşin) cihê wan fêqîyek kesk digire. Ew fêqî paşê mezin dibe dibe fêqîyek zer, zerpeyazî, piravî û şirîn. Di nava wan fêqîyan de dindikek qaşil hişk û di nava qaşil de jî kakilek wek yê behîvan heye. Di bingehê de dibin du cûre, yên dindik şirîn û yên dindik tahl.
Bi gelemperî ji yên dindik tahl re “zerdele” tê gotin. Têdahîyên qeysî û zerdelê hema hema wek hev in. Tenê têdahî û tama dindikên qeysî û zerdelê ji hev cuda ne. Dindika keysîyê şirîn e, jibo çerez, rûn û aroma; ya zerdelê jî di sanaîya kosmetîkê te jibo melhem û di sanaîya dermanan de jî jibo dermanan tê bikaranîn. Hinek welatên wek Brîtanya dindika tahl jibo nexweşên şekir bi kar tînin. Lê rojê ji 5 liban zêdetir divê neyê xwarin, an na wê kesê dixwe pê bi jehrî bibe.
Têdahîyên qeysîyê: Protein, Rûn, Lîpîd, Karbohîdrat, Hesin, Kalsîyûm, Nişaste, Sodyûm, Potasyûm, şekir, Fosfor, Pektoz, Selîloz, Asîdên organîk, Madeyên Înorganîk, Vîtamîm A, B1, B2, B17, C, û hwd.
Têdahîyên kakilên qeysîyan: Kasîyûm, Magnêzyûm, Betakaroten, Siyonît Vîtamîn A, Cureyên B, Na, K, Ca, Fe, Zn, Mn, Nî, Co û hwd. Heman têdahî di rûnê kakilê de jî peyda dibin.
Bikêrhatîyên qeysî û zerdelan: 1- Bedenê ji mîkrob û kulikan diparêze û çerm xweşîk dike 2- Çermê bedenê diparêze û jibo kewandina kul û brînan bi kêrhatî ye 3-Pêşîya brînên aşikê(mexde), rovîkên diwazdepêçî digire û jibo qencbûna wan dibe alîkar 4- Teralîya rovîkan ji holê radike 5- Pêşîya penceşêhran digire 6-Kezîyên dil bi hêz dike û pêşîya kîlostandinê digire 7- Gurçikan dixebitîne û bêzên sefrayê paqij dike 8- Jibo bawesîrê bi fayde ye 9- Iştah vedike û xwînê çêdike 10- Westîyana bedenî û ruhî hiltîne 11- Jîy û rehan bi hêz dike û li hember bêxewîyê gellek baş e 12- Qebizbûnê hiltîne 13- Jibo xweşîkbûna çerm yekûyek e 14- Stresê hiltîne, xebitîna mejî bi rêkûpêk dike 15- Tehmîra xirabûnên mêlakê (kezeb/cergê reş) pêk tîne 16- Rolek mezin jibo tekûz û zeximbûna hestîyan dilîze 17- Hêza zayendî (cinsî/seksî) zêde dike û kevirên gurçîkan kêm dike 18- Tesîra alkolê hiltîne û hwd.
Bikêrhatîyên rûnê dindikên qeysîyan: 1- Zindetîyê dide çerm 2- Pêşîya qirmiçokên ji kalbûnê tên digire 3- Pinik û lekeyên çerm ji holê radike û hwd.
Bikaranîn: 1- Rûnê qeysîyan 2- Maska qeysîyan 3- Qeysîkebab.
Jêder: Wikipedia