Gundiyên Roboskê ya navçeya Qilebanê ji ber zilm û çewsandin û tevgera leşkeran bêzar bûn ji bo jiyaneke nû koçî Zozana Şîrîtê kirin.
Welatiyên gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê, ji ber qetilkirina hêstiran, zilm û zordestî û tevgera leşkeran berdewam dike, ji gund koç kirin.
Bi sedan welatiyên Roboskiyê ku ji malên xwe doşek, xwarin û vexwarin, hemû amûrên jiyanî li hêstiran bar kirin û berê xwe dan Zozana Şîrîtê ku nêzî 8 kîlometre li jora gund e.
Gundiyên Roboskê diyar kirine ku dewleta Tirkiyê ji wan re qada jiyanê nehiştiye û ew neçarin berê xwe bidin zozanan.
PUKmedia