Diyarî ji bo hersî lawên min: Royar, Rodî û Ronî re…digel jiyaneke xweş ji wan re dixwazim.
Ji baxê dil firîn îro çima çûn?!
Quling û baz û bilbil tev nema bûn!
Ne min dît û ne min bîna li ba bûn!
Penaber bûn li dunyayê bela bûn.
Buhara min, di dil her bûye payîz
Felek êdî ne bes xeşma te ha çîz
Temen bûrî bi ah û ox te da tîz
Kela havîn rewa ava ji ba kwîz