Hikûmeta Mexribê eşkere kir ku 186 jinên Mexribê ligel 135 zarokên wan tevlî rêxistina DAIŞê bûne.
Rêveberê ofîsa lêkolînên dadweriya Mexribê, Ebdilheq Elxeyam ji rojnameyeke welatê xwe re gotiye, 1354 hemwelatiyên wan tevlî grûpên terorîstî bûne.
Herwiha eşkere kir ku, “246 kes ji wan li Sûriyê û 40 jî li Iraqê hatine kuştin, tevî ku 156 kesên din vegeriyane Mexribê.
Bi gotina Elxeyam, “Hêzên ewlekariya Mexribê di navbera salên 2002 û 2015 de 132 grûpên terorîstî eşkere kirine ku dixwestin 119 teqînan pêk bînin û 109 kesayetiyên mezin yên Mexribê jî bikujin.”
Wî berpirsê dadweriya Mexribû herwiha got: “186 jinên Mexribî tevlî rêxistina DAIŞê bûne û 135 zarok jî ligel xwe birine ji bo ku ji şer re bêne amadekirin.”
Rûdaw