Fermandarê Lîwayê 4 yê Piyade Eqîd Îsa Zêweyî li Mîhwera Şengal`ê bo Xendan ragihand ku, êvareya firokên cengî yên hevpeymana bi dijwarî bargehên Çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê ) li navenda Qezaya Şengal`ê kir û ziyaneke mezin gihandin wan.
Eqîd Îsa Zêweyî got: Li gor wan zanyariyên ketine destê me di encama bombebaranan de 40 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Her weha got: Firokên cengî 4 otombêlên DAIŞ`ê têkşikandin û hêzên Pêşmerge jî otombêleke DAIŞ`ê têkşikandin û amaje bi wê yekê kir ku, bi giştî îro 5 otombêlên DAIŞ`ê ji cûrê Toyota ne.
Eqîd Îsa Zêweyî aşkere kir ku, bi berdewamî li Şengalê şer û teqe di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞ`ê rû didin.
Her weha ragihand ku, DAIŞ berdewam hewla hêrişkirinê didin lê her roj ew hêriş ji aliyê Hêzên Pêşmerge va tên têkşikandin.
Xendan