Li Bakurê Kurdistanê, yekemîn agirê Newrozê li ser sînorê Pirsûs (Bakur) û Kobanî (Rojava) hat vêxistin.
Pîrozbahiyên Newrozê îro li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin. Yekemîn agirê Newrozê jî di yek wextê de him li aliyê Pirsûsê him jî li aliyê Kobanî hat vêxistin.
Bi hezaran kes tevlî pîrozbahî û vêxistina girê Newrozê bûn û bi ser agir de baz dan. Hunermendan konser dan û beşdaran jî govend girtin û dîlan kirin.
Di merasimê de parlamenterê HDPê Ertugrul Kurkçu axaftinek kir û li ser daxuyaniya Erdogan ku gotibû “pirsgirêkek bi navê pirsgirêka kurd tine. Ma çi ji we kêm e?” wiha got:
“Dibêje çi ji we kêm e. Tu nizanî em bêjin te. Li her malekê ciwanek kêm e, zarokek kurd kêm e. Mal kêm in, gund kêm in. Ma êdî dê çi kêm be. Lê tiştên ku tê bidî me bila te re be em bixwe dikarin wan tiştan bistînin. Xebata azadiyê ya Kurdan çarnikalê Tirkiyê dihejîne…”
Fermandeyên YPGê bi telefkonferansê ji beşdarên cejna Newrozê re behsa şerê Kobanî kirin û agahî dan.
Jibilî bi hezaran welatî, Hevseroka PYDê Asya Ebdullah, Hevserokê Kantona Kobanî Enwer Mislim, Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, parlamenterên HDPê Aysel Tugluk, Emîne Ayna û Ertugrul Kurkçu tevlî bibûn.
Roja 21ê Adarê jî dê li bajarê Amedê cejna Newrozê were pîrozkirin.
Rûdaw