Hunermend Kawa ji bo beşdarî Newroza Amedê bibe piştî 20 salan vegeriya Tirkiyeyê lê li balafirgehê hat binçavkirin.
Hunermend Kawa êvara 16’ê mehê li Stenbolê li Balafirgeha Ataturk peya bû û hat binçavkirin. Parêzerê wî Ahmet Avşar çû serdanê û got ku heta sibê dê diyar bibe ka çawa bikin ji ber ku di sala 1996’an de der barê wî de doz hatiye vekirin, li ser vê dê pirsan bikin.
Serê sibê Kawa hat berdan.
Hunermerd Kawa piştî berdanê ji bo çapemenî wisa got: “Ji bo Newrozê ez hatim, ez hêvî dikim ev dê ji bo azadî û aştî bibe wesîle. Ezê stranên xew ji bo azadiyê vebêjim.”
Kawa got ku 18’ê mehê li Cizîrê, 21’ê mehê li Amedê û 22’yê mehê jî dê li Stenbolê derkeve ser dikê û got: “Ez yek ji endamên Koma Berxwedan im ku li nav kurdan wekî koma berxwedanê tê nasîn. Hevalên me yên din jî dê bên û em hemû bi hev re emê li ser axa xwe têkoşîna xwe bidomînin.”
Hunermend Kawa ku ji Mûşê ye ji sala 1995’an ve li derveyî Tirkiyeyê, li Ewropayê dijî. Kawa ku ligel bi tena serê xwe albumên wî hene, di nav di nav Koma Berxwedan jî cih digire û di nav albumên komê de jî stranên wî hene. Heta niha ev albumên hunermend Kawa hatine weşandin: “Ava Evînê”, “Şend”, “Feryad”, “Taya Dila”, “Rojava” heta niha a
DiyarName