Yekîneyên Parastinê YPG`ê û YPJ`ê li başûrê Til Hemîs bersiv dan êrişên rêxistina terorê DAIŞ û bi dehan ji çeteyên DAIŞ kuştin.
Îro sêşemê çavkaniyekê ji nav Yekîneyên Parastinê ji Til Hemîs ji PUKmedia yê re ragihand ku çeteyên DAIŞ duh êvara duşemê li nêzî gundê Huyşe a dikeve başûrê Til Hemîs bi çekên giran êriş kirin ser bi hêzên YPG`ê û di encamê de şer û pevçûnên dijwar birêve çûn.
Çavkaniyê da xuya kirin ku şervanên YPG`ê bi tundî bersiv dan êrişên terorîstên DAIŞ û di encamê de bêtirî 50 terorîst kuştin jê laşê 11 terorîstî di destê şervanên YPG`ê de ma ne.
PUKmedia