Televîzyona zarokan a Kurdî ya bi navê Zarok TV ku ev demeke dirêj e amadekariyên wê têne kirin, wê di 21’ê Adar`ê de li Amed`ê dest bi weşanê bike.
Zarok TV wê bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî weşana xwe bike.
Zarok TV yekemîn kanala zarokan a bi Kurdî ye û her wiha yekemîn kanala televîzyonê ye ku bi zaravayê Kirmanckî weşanê dike.
Zarok wê cîhanê bi zimanê xwe kefiş bikin
Gelek xêzefîlmên wekî Şînok, Sifinc Bob, Gumball, Adventure Time ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve bi kêf û kelecanê têne temaşekirin, televîzyona Zarok TV jî derfeta temaşekirina wan a bi Kurmancî û Kirmanckî jî dê bide zarokên Kurdan.
Agahiyên frekansa Zarok TV ya wê di Turksat`ê de weşanê bike wiha ye.
Xendan