Nerîneke rexneyî li partiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê
“ Îca ev partiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê weku partî têne naskirin, ew bi rastî partî ne, yan jî tiştin mîna partiyan e, bi gotineke din, gelo ev partî ne yan martî ne?”
Helîm Yûsiv
Di welatekî de ku “qanûna partiyan” lê tune be, pir dijwar e ku mirov karibe pîvanên avakirina partiyekê bizanibe. Li Sûriyê qanûneke bi vî navî tunebû, lê herdem partî hebûn. Em ê di vê nivîsê de taybetiya birêveberiya partiya Baas ku ji zêdeyî çil salî ve li seranserê Sûriyê desthilatdar e, deynin aliyekî û tenê behsa partiyên Kurdan bikin. Serxwebûna Sûriyê ji hêzên Firensî yên dagîrker di 1946 ê de hate eşkerekirin. Leşkerên Firensiyan ji nav xaka Sûriyê derketin û di hundir deh salan de bi sedan bûyerên giring li vî welatî çêbûn, lê dîsa jî yek rêxistin an partiyeke Kurdan li wî welatî çênebû. Piştî yazde salan û di dema yekîtiya Sûriyê û Misrê de, di sala 1957 ê de yekemîn partiya Kurdan bi awayekî “illegal” hate ragihandin û ji wê salê ve û heta niha her ji çend mehan partiyeke nû çêdibe û carinan jî hin partiyên kevin winda dibin. Hin partî ji hev perçe dibin û her perçeyek xwe weku partiya resen dibîne, wisa jî hin perçe bi demê re tev li hin perçeyên din dibin û hin jî dihilin û namînin. Xala hevbeş di nav hemû partiyan de ew e, ku ne bi awayekî “qanûnî” hatine damezrandin. Lê her partî ji wan jî xwe mafdar û qanûnî dibîne, ji ber ku ew ji bo bidestxistina mafên miletekî bindest hatine avakirin. Li vê derê divê em du mijaran ji hevdu cihê bikin, yek jê mafdariya avakirina partiyan e. Bê guman ev mafê xwezayî ji bo her kesekî yan keseke di civakeke demukrat û vekirî de dijî. Mijara din li ser bingeha pirseke weha tê holê; gelo ev rêxistin yan ev kombûna ku ava dibe partî ye, yan jî tiştekî ku dişibe partiyê lê ne partî bi xwe ye. Di kurmanciyê de peyva martî wê wateyê dide. Anku Kurd ji tiştên mîna kêrê re dibêjin kêr mêr û ji tiştên mîna dîwar re dibêjin mîwar û herwisa. Îca ev partiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê weku partî têne naskirin, ew bi rastî partî ne, yan jî tiştin mîna partiyan e, bi gotineke din, gelo ev partî ne yan martî ne?
Eger partî bin, li welatekî mîna Elmanyayê ku hejmara xelkên wê heyştê û du milyonan derbas dike tenê pênc an jî şeş partî li seranserê welêt hene û li Rojava ku hejmara xelkên Kurd çar milyonan derbas nake çawa zêdeyî sîh û sê partiyan dikarin hebin. Her çendî em sedeman zanibin, dîsa jî ne ji bo beramberkirinê, lê ji bo bibîrxistinê em vê mînakê didin. Wekî din giringtirîn pirs di vê çarçovê de pirsa danasîna partiyê ye. Gelo partî çi ye?.
Di bersiva vê pirsê de, wê zelalî jî bê holê. Lê ji ber ku bersiveke amade û danasîneke weha destnîşankirî li ber destên me nîne û ji bo em nekevin nav gerîneka danasînên teyorîk, em ê rasterast behsa cudayiyan bikin. Li Elmanyayê li cem van pênc partiyan mirov li pênc rêbaz û nerînên cihêreng û di her warî de, rast tê. Weku mînak her partiyek xwedî pirojeyên taybete yên di derbarê siyaseta civakî, ya aborî, ya leşkerî, ya çandî, ya perwerdê, ya birêveberiyê, ya bacê û ya li hember xerîban…. û ya… û ya siyasî û herwisa. Dema em berê xwe bidin partiyên Kurd û li pirojeyên wan binerin, mirov digihêje encameke din. Partiya Kurdî li Rojava ne di warê civakî, ne jî aborî, ne jî di warê perwerdê de, ne jî di qada çand û hunerê de, ne jî di ti warên din de, xwedî piroje ye. Tenê – qenc xerab – xwedî pirojeyeke siyasî ye û vê dawiyê jî pêdivî bi aliyê leşkerî çêbû. Di dema destpêkê de perçebûnê xwe dispart têgehên çep û rast û bêalî û dûre jî xwe sipart nêzîkbûn û dûrbûna ji marksîzim û Lênînîzmê û vê dawiyê jî xwe dispêre palpişta partiyên mezin yên Bakur û Başûr. Balkêş e ku zêdeyî pêncî salî di ser karê siyasî yên van partiyan re derbas bûye, lê heta niha jî yek partî bi awayekî wisa zelal û vekirî nebûye xwedî pirojeyekî çandî yan jî zimanî û li vê pêdiviya Kurdan ya lezgîn xwedî derkeve, tev li siloganên neteweyî yên her partiyê ku dixwaze xwe ji ya din şayîktir bike. Bi vî awayî hetanî ku rêxistinek nebe xwedî pirojeyên berfireh ku hemû qadên jiyana miletekî bidin ber xwe, ew nikare bibêje ku ew partî ye. Tunebûna ramanên cihê li cem partiyekê pirsa hebûna wê partiyê tîne holê.
Çi pêdivî bi partiyeke bê piroje yan jî bê imkanên pêkanîna pirojeyan, heye?
Çi pêdivî bi partiyekê heye ku ew bixwe mîna partiyeke dine û nakokî tenê di helwesta li hember kesekî yan jî aliyekî de ye?
Ev nivîs ne ji bo biçûkxistina ti partiyeke Kurd hatiye nivîsandin. Lê di heman demê de ew balkişandineke ber bi nenormalbûna rewşa partiyên ku li şûna bi pirojeyên xwe Rojavayê Kurdistanê bi pêş ve bibin, ew dibin bar û mîna keleman di pêşiya her pirojeyekî pêşxistinê de xwe didin pêş. Herweha balkişandineke ber bi xalên hevbeş ve ye, yên ku kêm zêde li cem hemû partiyan hene.Îca kîjan partî ji yên Rojavayê Kurdistanê bi rastî partî ye û dikare di vê qonaxa dîrokî de bibe xwedî rol û kîjan jî tenê navê partiyê li sere û destekî pûçe di pêvajoya cihbicihkirina pirojeyên cihê de?. Bersiva vê pirsê di du qadên cuda de xwe eşkere dike, yek jê hebûna pirojeyan e û ya din pêkanîna wan a li ser erdê ye.Beşekî mezin ji van partiyan ji van herdu qadan bêpar in, lê dîsa jî wekî partî têne binavkirin. Çare çi ye?. Divê bersiva vê pirsê ji dezgeh û aliyên li Rojavayê Kurdistanê xwedî rol in bê dan.