Mihemed Perwer birayê hunermendê Kurd Şivan perwer ku li derveyî welat dijî bû kandîdê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) yê bajarê Riha ya Bakurê Kurdistan`ê.
Serokê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) yê bajarê Riha Zeynal Abdîn Beyazgul diyar kir ku, serlêdanên jibo kandîdkirinê dê roja 11 Sibat`ê dest pê bike û got:Tu zanyarî û agahiyên min derbarê kandîdtiya Mihemed Perwer nîne.
Ji aliyekî din ve Rêveberê Zanîngeha Heran Ibrahîm Xelîl daku xwe bike kandîdê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) yê bajarê Riha dev ji karê xwe berda.
Biryare roja 7 Hozîran a sala 2015`an Hilbijartina Parlemana Turkiye birêvebiçe ku 31 alî û partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin.
Xendan