Serfermanderê Artêşa Îtalyayê wê îro serdana Hewlêrê bike û jibilî pêkanîna çend hevdîtin û civînan, ewê ligel wan efserên îtalî bicive ku niha li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan perwerde dikin.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê, Rêzan Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Serfermanderê Artêşa Îtalya Licy Dinely Mentely wê îro seat 10.30 bigihe balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir ve were pêşwazîkirin.”
Rêzan Qadir diyar kir ku, “Serfermanderê Artêşa Îtalya wê serdana Wezareta Pêşmerge û wan efseran bike ku li Hewlêrê perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, herwiha wê ligel çend rayedarên Başûrê Kurdistanê jî bicive.
Berî niha Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi, Serfermanderê Îtalya û çend rayedarên din ên wî welatî serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.
Rûdaw