Îro Konferansa Ewlekariyê ya Mûnîxêberdewam dibe û biryar e di kevana wê konferansê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şêwirmenda Almaniyayê Angela Merkel bicivin.
Tê çaverêkirin ku di civîna Barzanî û Merkel şandina çek û alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge, mijarekî wê civînê be.
Angela Merkel duhî di konferanseke rojnamevaniyê de, di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand ku, ewê di van rojan de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Marzanî jî bicive.
Şêwirmenda Almaniyayê herwiha da zanîn ku, welatê wê hemû cureyên alîkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Rûdaw