Zahid Mehmûd
Heger ew mirovê ku nebaşiyê dike, rê daba xwe û bêhnekê pûnijî ba, dê zanîba, ku di çîrokên afirandinê de, yan jî, di yên çêkirinê de, afrenêrê ةثئهى bêhnekê pûnijîba, dê zanîba, ku di çîrokên afirandinê de, yan jî, di ên çêkirinê de, afrenêrê mezin, cudahiyeke pir ciwan û berz daye wî, û ez dibêjim ewî nebaşî tucarî êdî nedikir.
Ji ber ku insan ji tevahiya nişteciyên zemînê ciyawaztir e, hatiye afirandin, piraniya rengdêrên qenc û neqenc jî di hundirê xwe de dinasîne, lewra ewî mêjî heye û bedewiya ji derve û hundirîn jî heye, em dikarin bêjin rûkê cîhanê, xurist jî bi aysandina xwe ve ketiye bin daxwaz û dilkişîna wî de. Û di heman de mê de ez dikarim bêjim ku pêkarînê wî mirov jî hene ku evsanên hezkirinê ava bike, lewma dergehên fireh jê re hatine vekirin ta dawî li piştê, da karibe bihêle ku bûhar û aranên zemînê bi hevdû re bikenin. Lê gelo çima ev mirovê hanê bi vî tiştî ne gihişti ye, yan jî gihiştiye lê berevajî wê çakiya di hundirê xwe de, neqenciyê û wêraniyê pêk tîne ma ev ne riftarekî beloq e, bêhna mirovahiyê ji mirovan bi dûr dixe. Di dema îro de em meyze dikin piraniya kesan bûne perestkarê min miniya xwe, ta sînorê korbûnê û nema êdî liber çavên wa ji ya wan pê ve xuya dike, ji xwe pê ve nabînin, bi tenê ji xwe re dixwazin , ji bîr dikin ku hemî pêkhatên din, ê bi wan re dijîn, mafê xwe hene wekî kesên din, jiyan bikin, bi dinyayê şa bibin û xwe di hundirê vê hebûnê de ya bi sosret, bibînîn -Li vê derê pirsek xwe davêje holê, gelo çima mirov ji bîr dikin ku pesnê herî xweş û zelal û geş, peyva lêbûrînê ye? Gelo çima ji bir dikin ku pêkve- jîyan bi wateya xwe, tam hatiye pîvan li gor pêwîstiya mirovan û ji wê pê ve felat tune ye? Gelo çima; mirov in hene hîn neketine wê baweriyê de, ku ew ê nikaribin, hevparê xwe di cîhanê de tune bikin, ji ber ku ew jî wê li ber xwe bidin ta dawî, û jiyana xwe bi hesanî radestî nemayînê nekin.!
Û pirsa herî dawî, gelo hin ji mirovan hejî dilê wan dibije jiyan(teba) ziving û qulên reştarî û hîn di wateya mirovahiyê de negihiştî ne!?.