Hekîm Ehmed
Xwezî yarê tu ya min ba Ji ber serê mi raneba
Herdem li ber çavê mi ba Bi te gulê dilşa biba
Ez zer bûme weke şima Ruh di canê min jî nema
Hemî ji ber kul û xema Carek tu nabêjî çima.
Helbesta (Lê Esmerê) ji /Mistek Azar/ a Helbestvan Ismet Seyda.
Ji destpêkê ve (Xwezî), lavij û xewn, yek ji bingehên sereke yên helbestê û yek ji şêweyên ramana mirovê Kurd e ku tim hewl dida pirsgirêkên jiyana xwe bi xweziyan çareser bike, tevî mirovê sawîrhez dûrî rastiya jiyanê û bingehên zanyarî tê xuyakirin, lê ev e Kurd û ev e helbesta kurdî, çelengiya xwe ji êşa xwe dibin.
Xwezî yarê tu ya min ba: Têkiliya evîndar û yar di vê helbestê de arzîxwedîtî ye, ev ji cînava arziyê (ya min) diyar dibe, helbestevan dixwaze yar tiştek taybet bi wî be, ew xwediyê wê be, di helbestên bi vî rengî de xwêner pêşbîn dibe ku wê yar wêneyeke xweşik xuya bibe bê pesnên ku kesayetiya wê wek mirov diyar bikin. Lêker (ba) di raweya bilanî de hatiye, ev bi xweziyê re lihevhatî ye, lê tiştê ku me radiwestîne çawa xwezî di dema bûrî de hatiye? Tiştek vê şirove nake ji bilî ku ew xwezî ne lavij e, ne geşbînî ye, lê tenê ew hisretek e ku rastî ne wilo ye.
Ji ber serê mi raneba: Tê xwestî ku tu liv nebe, ji ber lêker bi neyîniyê hatiye girêdan, rewşa herdu evîndaran rawestan û aramî ye, yar guhdan û pasevaniyê dike û evîndarê xwe dilgeş dike, evîndar jî çavdêrê xweziya xwe (yar) e.
Herdem li ber çavê min ba: Xweziya xwe tekez dike, civaneke aram, bêlebat û berdewam.
Bi te gulê dilşa biba: Lêkera bilanî berdewam e û vê carê (bi te) yarê dike alavek ji bo pêkanîna xweziya dilşabûnê, yara weke gulê jî ji derbirînên belavbûyî ye di tevaya cîhanê de, ne tenê di helbestê de, belê di zimanê rojane de jî keça xweşik weke gulê tê pesindan.
Ez zer bûme weke şima: Ev wêne nû ye, ji afirandina helbestevan e, pêkhatên wê pir lihevhatî ne, bi taybetî rengê şimayê, rengê xemê ye, rengê nexweşiyê ye, rengê payiz û hişkbûnê ye.
Ruh di canê min jî nema: Diyar e ku helbestevan zimanê xwe yê devkî bi kar tîne, wî can bi wateya laş bi kar aniye, ev wate li hin herêman heye, ev hevok wateya mirinê dide, mirin ji ber evînê û mirin bi hisreta yarê.
Hemî ji ber kul û xema: Ew mirin ji ber (kul û xeman) e, ev herdu peyvên hevwate di gelek helbestên klasîk de heval in ta asta ku weke yekpeyvê têne xuyakirin.
Carek tu nabêjî çima: Tevî ewqas azarkêşî deng ji yarê nayê, nabêje çima wilo? Çima ne ya evîndar e? Çima ne li ber serê wî ye û dil pê şanabe? Ev rastiya neguhdanê ji aliyê yarê ve bi tûjî xwe eşkere dike û êşeke zor ji evîndar re peyda dike.
Ev helbest ji aliyê hunermend kanîwar ve bûye stran, û stranek navdar e .