Xwezî..
stêrkek dûr
li ber dêmên heyvê bama
li hemû zarokên cîhanê
bi mêvan bama
minê…
solînên temenên wan
bi şahî û rûgeşiyê
bixemilandana…
Xwezî..
dilopek ji xwînê bama
di damarên
dayîkên dilovan de
biherikîma…
minê
dilên xemgîn
hêsayî bikirana
û rondikên çavên melûl
daqurtandana. ..
Xwezî..
ewrek mezin li asîmên bama
minê hemû penaberên dilşikestî
hembêz kirana
û bi ser xaka pîroz de
bi dilşadî
bibarandana
bila vedenga kenê welêt
di guhên cîhanê re
derbas biba..
Xwezî..
volkanek dîn û har bama
minê
tamarên hovîtiyê
ji kokê de
hilkirana
û tev rojên xwînzê
di hinava xwe de
bişewitandana. ..
Zefet Henan
Efrîn