Ji bo rizgarkirina Kobanê û bîranîna şehîdên YPG-YPJ-Pêşmergê Kurdistan, ku ku ji ber berevaniya li nixên mirovahiyê ve di şerê li dijî terora serdema sedsala 21`an ya ku dizîn û birîn û kojeriyê dikin de canê xwe dan û fedakirine, li welatê Swêdê, bajarê Kalmarê çalakiyek hat lidarxiswtin.
Hêjayî gotinê ye ku di 27-1-2015`an, bajarê Kobanê bi azadkirina taxa rojhilat ya Kanya Kurdan re, bajar tev ji çekdarên terorîstên rêxisti8na DAIŞê ya terorîst hat pakkirin û ew pêngav dilê tevahiya gelê Kurd û welatên hevpeyman yên li dijî terorê geş û xweş kir û li Kurdistan û li cîhan şahî û çalakiyên serfiraziyê ji bo berxwedana Kobanê hatin lidarxistin û hîn jî berdewamin.
PUKMEDIA