Îro sêşemê 20 / 1 / 2015`e piştî nîvro li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê yekem Pêşmerge ji hêzên piştevanî yên pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bû.
Fermandarê hêzên pêştevanî Du yên Pêşmerge li Kobanê Emîd Deham ji PUKmedia yê re ragihand ku: Pêşmergeyên şehîd bûye bi navê Zêrevan Ekrem Ebdulmecî de, sala 1991 ji dayîk bûye û ser bi hêzên piştevanî Yek ên pêşmerge bû.
Emîd Deham her wiha gor; Ew pêşmergeyê Şehîd bû ye çekê giran Doşka bi kartîne, îro guleyek lê ket û birîndar bû, ew berve nexweşxaneyê ve birin, lê mixabin hêşte negiştibû nexweşxaneyê ji ber birîna xwe ya giran li bajarê Pirsûsê ya Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana Şehîdan bû.
PUKmedia