Rêxistina dewleta îslamî DAIŞ gef li Yabanê kir û got eger Tokyo 200 milyon dolar di 72 demjimêran de neda wan ewê herdu rehîneyên Yabanî serjê bikin.
Di girteyekî vîdeoyî de ku îro sêşemê li ser malperên rêxistina DAIŞ hatiye belav kirin û têde endamekî DAIŞ bi cilên reş sekiniye û kêr di destê wî de ye û herdu rehîneyê Yabanî jî bi cilên Porteqalî li ser çok rûniştine û têde gef li welatê Yabanê dixwe ku eger di 72 demjimêran de hikûmeta Yabanî 200 milyon dolar bide wê karibin jiyana welatiyên xwe rizgar bikin.
Li gorî girteya vîdeoyî navê herdu welatiyên Yabanî (Kîncî Goto Cogo û Harona Yokawa) ne.
Li hemberî vê jî berpirsekî beşda berengariya terorê li wezareta derve ya Yabanê aşkira kiriye ku haya desthilatdarên Yabanî ji wê vîdeoyê heye lê ew di rastiya wê tomarê de lêkolîn dikin.
Ev girteya vîdeoyî jî piştî serdana serokwezîrê Yabanê (Şînzo Abî Wabî bo rojhilata navîn hatiye ku serdana her yek li Qahîrê û Urdinê kiribû û soz dabû ku welatê Yabanê 2.5 milyar dolar weku alîkariyên mirovî ji bo welatên ku ji DAIŞ`ê zeremend bûne bi taybetî li Sûriyê û Êraqê pêşkêş bike.
Xendan