Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrîşên DAİŞ’ê bo ser bajarên navend û bakurê İraqê de peyamek belav kir û got: ‘‘Hêzên Pêşmerge ji bo parastina xelkê Kurdistanê çûne navçeyên ku artêşa İraqê ji wan vekişiya ye.’‘
Barzanî wiha dibêje: ‘’Piştî bûyerên li Mûsilê û navçeyên nêzîkê sînorê Herêma Kurdistanê, ji ber têkçûna artêşa İraqê valahiyeke leşkerî û ewlekariyê çêbû û hejmareke zêde ya hevwelatiyên parêzgeha Nînewa koçber bûn û berê xwe dan navçeyên aram ên di jêr kontrola Hêzên Pêşmerge de, ji bo parastina xelkê Kurdistanê, pêkhateyên etnîkî, olî û parastina dam û dezgahên giştî û herwiha tejîkirina wê valahiyê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê çûne wan navçeyên ku artêşa İraqê ji wan vekişiya ye.’‘
Di beşekî din a peyamê de wiha tê gotin: ‘’Ez daxwazê ji Hêzên Pêşmerge û asayîşê dikim ku gelekî bi hişyarî sînorên Kurdistanê, can û malê xelkên wan navçeyan û dezgahên giştî biparêzin, rê nedin hîç binpêkirinekê û sînorbezandinekê nekin. Em gelê xwe jî piştrast dikin ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û dezgahên ewlekariyê yên herêmê bi hîç awayekî rê nadin ku aramî û asayîşa Kurdistanê bikeve metirsiyê.’‘
Jêder: BasNews