Doza rewşenbîr û nivîskarê Kurd Musa Anter, kû di sala 1992 de li Diyarbekirê di encama êrîşekê de hatibû kuştin, bi biryara Dadgeha Bilind ji Amedê rakirin Enqerê.
Doza Musa Anter û JÎTEM’ê deme berê ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve kiribûn yekê û bi hinceta “ewlehiyê” xwestin bibin bajareke din û daxwaz ji aliyê Dadgeha Bilind ve erenî hate dîtin.
Dadgeha Bilind biryara doza Musa Anter li Enqere bê dîtin da. Her wiha gelek dozên wisa mezin û girîng ji Bakur radikin û divin bajarê rojavayê Tirkiyê. Piştî rakirinê jî ev doz tên girtin û ser sucên kû li dijî Kurdan tên kirin tê girtin.
Apê Musa di 20 Îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe.
Musa Anter li ser berga pirtûka xwe de wiha dibêje: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.”
Xendan