Malapera li cîhanê navdar a lêgerinê Googlê bo kovara Charlie Hebdo 300 hezar dolar bexşand. Hikûmeta Fransayê jî ragihand ku ewê milyonek û 200 hezar dolar bibexşîne ji wê kovarê re.
Li gorî rojnameya Guardian, Google bi rêya Fona Çapemeniya Dijîtal a Fransa dê pereyan bişîne hesabê Charlie Hebdo.
Pereyên bo kovarê tên bexşandin dê ji bo çapkirina hejmara bê were diyar kirin. Her hejmara kovara Charlie Hebdo nêzîkî 60 hezaran heb tên çapkirin, lê vê cara bê milyonek heb dê bê çapkirin.
Ji xeynî Google, Le Monde, France Televisions û Radyo France jî ragihandin ku ewê alîkariyê bidin kavara Charlie Hebdo.
Ji aliyê din ve jî Hikûmeta Fransa milyonek û 200 hezar dolar, Şirketa Guardian jî 150 hezar dolar dê bibexşîne bo kovarê.
Li Fransa di kampanya ji bo malbatên qurbaniyan hatiye destpêkirin de jî, heta niha 75 hezar dolar hatiye komkirin.
Rûdaw