Hewlêr Mistefa ku ji Rojavayê Kurdistanê ye stranek bi navê “Kobanî” amade kiriye.
Hewlêr Misefa ji Rûdawê re got: “Min ev stran ji bo Kobanî got. Bi taybetî jî ji bo pêşmerge û şervanên berevaniya bajêr dikin, min strand.”
Hunermend anî ziman ku ew dixwaze li ser çiyayên Kurdistanê klîba stranê çêbike û got ku ji ber ku ew ji Almanyayê venegeriyayê nikare wê daxwaza xwe pêk bîne.
Rûdaw