Serokê Vatîkanê û Papayê katolîkên cîhanê Fransîskus pêşwazî li şandeke êzîdî kir.
Li ser vexwendina Papayê Vatîkanê, hevdîtinek bi şandeke nûnerên êzîdiyan re pêk hat. Ev yekemîn car e ku nûnerên êzîdiyan ji aliyê Papayekî xiristiyan ve ji bo Vatîkanê tên vexwendin.
Di nav şanda êzîdî de Bavê Şêx Xeto, Tehsîn Seîd Elî Beg, Pîr Dîma, Pîr Barî û Hoşeng Broka hebûn. Di hevdîtinê de li ser rewşa êzîdiyan bi giştî û rewşa wan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî hat guftûgokirin û şanda êzîdî agahî da Papa û spasiya wî kir ji bo piştgiriya wî ji bo êzîdyan di vê dema dijwar de.
Di hevdîtinê de ku duh çêbû, herwiha li ser rewşa wan 5000 jinên êzîdî ku ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin jî, hat axaftin.
Papa Fransîskus soz da ku ewê piştgiriya xwe ji bo êzîdiyan berdewam bike, herwiha kêfxweşiya xwe ji bo wê dilsoziya di navbera êzîdiyan û xiristiyaniyan de diyar kir.
Rûdaw