Rêxistina tendirustiya cîhanî bi raporetekê aşkira kir ku hejmara kesên ku bi vîrosa Ebola mirine gihêştiye 7989 kesan.
Her weha li gor raporta rêxistina tendirustiya cîhanî kesên ku bi vîrosa Ebolayê jî nexweş ketine heya dîroka 31/12/2014 gihêştiye 20 hezar û 381 kes.
Nêzî nîvê mirinên ji ber vîrûsê li Lîberya rû da. Ji aliyê nexweşên bi vîrosê ketine jî Sîerra Leone di rêza yekemîn de ye. Fikar hene ku hejmara mirinên li Sîerra Leone ji hefteyên pêş û pê ve zêde bibe.
Ji welatên cîhanê heta niha bi berdêla 1 mîlyar dolarî kelûmelên tibî, madeyên xwarinê, alîkariya teknîkî û pere hatiye kirin.
PUKmedia