Di derbarê rewşa kurdên Êzîdî yên bûne qurbanî ji aliyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê ve, Komusyona giştî ya mafên mirovan li Êraqê ragihand ku heya niha bi qasî 3583 kurdên Êzîdî ne diyar in.
Li gorî Komusyona giştî ya mafên mirovan li Êraqê ku ji asta 3583 kurdên Êzîdî yên ne diyar û wundayî ne, 1597 jin in.
Her weha di wê bare de, endama Komusyona giştî ya mafên mirovan li Êraqê Buşra El-Ubeydî di kongireyeke rojnamegerî de duhêî roja 29-12-2014`an de, ragihand ku nêzîkî 3583 kurdên Êzîdî yên ji aliyê terorîstan ve hatine wundakirin, 1597 jin in û 1986 jî mêr in.
Her weha endama Komusyona giştî ya mafên mirovan li Êraqê aşkire kir ku hîn tu zanyarî lib a me nînin ku ew hejmara wundayî, hatine kuştin an jî revandî ne û li cem terorîsatan e, lê beriya demekê nêzîkî 441 kurdên Êzîdî xwe ji destê DAIŞê rizgar kiribûn û ji wan 280 keçik bûn ku hinek ji wan avis û du canî bibûn.
PUKmedia