Îro çarşeme 24/12/2014, çekdarên DAIŞ li qeza Biac a ser bi parêzgeha Musilê 16 çekdarên xwe gulebaran kir, bi hinceta ku di şerê li dijî pêşmerge de reviyane.
Berpirsê ragihandina liqa 4 ya PDK Seîd Memozînî ji Xendanê re ragihand: Îro DAIŞ 16 çekdarên xwe li qeza Biacê bi hinceta ku ji çeperên şer li dijî pêşmergeyan reviyan, gulebaran kirine.
Memzînî got: Şeva borî balafirên şer ên hevpeymanan bombardumana taxa (Mûnşe, Kenî, Feyseliye) a bajarê Musilê kirine û zerer û ziyanekî mezin gîhandine DAIŞ lê belê hejmara kuştiyan nayê zanînê.
Amahe bi wê yekê jî dike ku DAIŞ ji destpêka dagirkirina Musilê û heya niha 125 zarok ji bo perwerdeya serbazî û bikaranîna çek birine.
Xendan