Rêxistina lêbûrdinê ya navnetewî bi navnîşa ( Derbasûne ji Dojehê) derbarê kirarên hov yên rêxistina terorê DAIŞ bi ser jin û keçên Êzîdî de yên revandine encam dide raportek balav kir.
Kenalên Elman Zuddeutschezeitung, RTL ,Tagesschau û ZDF bi teybet û bi giştî hemû ragihandina Elmanya ciheke berfehe dan vê raportê.
Rêxistina Lêbûrdina navdewletî (Amnesty International) îro sêşemê 23 / 12 / 2014`e derbarê kiryarên hov yên çekdarên rêxistina DAIŞ bi ser Jin, Keç û zarokên Êzîdî de yên hatine revandin û rewûşa raportek balav kir, di raportê de hate dest nîşan kirin ku Jin û Keçên Êzîdî ji bo rastî koletiya zeyendî neyê û bi darê zorê ligel DAIŞiyen hevseriyê nekin, xwekuştinê hildibjêrin.
Raportê tewana revandina Jin, keç û zarokên bi tewaneke dij mirovahiyê nas kir û da xuya kirin ku bi hezaran ji Jin, keç û zarokên Êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine revandin û rastî her cure ji tundetujiyê seksî hatine, raportê diyar kir ku ew jinên hatine revandin têne firotin, weku diyarî ji serkirdeyên DAIŞ re têne pêşkêş kirin bidarê zorê têne markirin û dest dirêjî li wan tê kirin.
Rapora bi navnîşana ( Derbasbûn ji Dojehê) piştî li gel bêtirî ji 40 kesî ji ew jin ku di nav vê Dojehê de derbasbûn hate amade kirin û jinan diyar kirin ku jiyana bi sedan ji Jin û keçên Êzîdî di metirsiyê de ye.
Di raportê de hate dest nîşan kirin ku beşk ji ew kesên weku koleyên zeyendî têne bi kar anîn hêja zarokên temenê wan di navbera 10-12 saliyê de ye û wan neçarî seks dikin û diyar dike ku DAIŞên hov cutkirinê weku çekekî şer bi kartînin.
Raport her wiha da xuyakirin ku gelek ji ew keç û jinên ku ji ber rewşa xwe bê hêvî bûne di heyama çend mehên bihurî de xwekuştin hilbijartin ji bo ku rewşa di nav de ne rizgar bibin.
Raport amaje bi wê yekê dike ku çekerên DAIŞ ligel ku jin û zarok di meha Herîzranê de revandin bi hezaran ji Peyayn ku dîl girtine yan kuştin yan naçarkirin bibin bi musliman.
Raportê da xuya kirin ku gelek caran ew jin weku destkefî ji çetan re têne pêşkêş kirin û mafê wan heye bifroşin an seks ligel bikin, raportê da xuya kirin ku nêzî 300 jin û zarok karîn ji destê çeteyên DAIŞ birevin û ew 40 kesê ku Rêxistinê ligel hevpeyvîn lidarxistine ji ew kesên ji destê DAIŞ revyane.
Raport amaje keça bi navê (Ceylan) dike ku 19 salî bû û ji ber hovtiya DAIŞ xwekuştin hilbijart, her wiha keça bi navê (Lona) ku temenê 20 salî ku ji destê DAIŞ rizgar bû behsa Ceylan dike û dibêje 21 keç bûn rojekê çeteyên DAIŞ cil û berg bû wan anîn û wan xwesitn li ber xwe kin ku hinek cil û bergê reqsê bûn, Ceylana ku pir xweşk û ciwan bû ku fêm ewê bête firton yan bi zorê berve devereke din bête birêkirin çû Banyo û xwe kuşt, Lona got ku wê çavdêriya gelek kiryarên hov yên DAIŞ kir û bi serde jî hatine kirin.
PUKmedia