Hêzên Pêşmerge operasyonek li derdora Mexmûr`ê li dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) encam dan û dikariyan gundekî ser bi qezaya Mexmûrê rizgar bikin.
Cîgirê Berpirsê Mîhwera Mexmûr`ê Dr. Aras Hiso Mîrxan taybet bo Malpera Xendan ragihand ku, bo mebesta pakkirina çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li herêmê Hêzên Pêşmerge operasyonel li Mîhwera Mexmûr`ê encamdan.
Cîgirê Berpirsê Mîhwera Mexmûr`ê Dr. Aras Hiso Mîrxan got: Hêzên Pêşmerge dikariyan gundekî bi navê Gundê Şûre Pilke ji çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) pak bikin.
Her weha diyar kir ku, ew gund di navbera me û çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) de bû û heya niha Pêşmergeyan kontrol nekiribû.
Cîgirê Berpirsê Mîhwera Mexmûr`ê Dr. Aras Hiso Mîrxan amaje bi wê yekê jî kir ku, îro piştî rû bi rûbûnekê Hêzên Pêşmerge dikariyan wê gundî pak bikin lewra Wireya DAIŞ`ê rûxiya û di dema niha de ji piraniya mîhweran paşve vedikşe.
Xendan