Nûnerê kurd ê bajarê Ormiyê di Parlametnoya Îranê de Abid Fettahî, li ser girtiyên siyasî yên kurd ên ku zêdetirî mehekê ye ketine gireva birçîbûnê got, ji ber kêmbûna îmkanat û derfetan daxwaziyên wan hehatine çareseririn. Fettahî li ser îdamkirina kurdan jî wiha got: “Ev qanûn e û divê were cîbicîkirin.”
Zêdetirî mehekê ye komek girtiyên siyasî yên kurd, ku piraniya wan bi cezayên îdamê hatine mehkûmkirin, ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê ketine gireva birçîbûnê. Li gorî agahiyan, rewşa hinek ji wan girtiyan roj bi roj xirabtir dibe lê heta niha tedawî qebûl nekirine.
Parlamenterê kurd û nûnerê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Abid Fettahî, li ser rewşa girtiyên siyasî ji malpera KurdPayê re gotiye, eger heta niha pirsgirêk û daxwaziyên wan nehatiye çareserkirin ji ber nebûna îmkanant û derfetan bûye û da zanîn ku wî bi rayedaran re li ser wê mijarê hevdîtin kiriye û wan jî soza çareserkirina arîşeyan dane.
Fettahî diyar kir ku eger derfet çêbibe dê bixwe serdana girtîgehê bike û bi girtiyên ku ketine gireva birçîbûnê re baxife.
li ser sedema îdamkirina girtiyên siyasî yên kurd jî wî parlamenterê kurd wiha got: “Helbet girtiyên siyasî li Îran birêz û hurmet in. Ew jî zarokên me ne û ji bo hêja ne lê li Îranê qanûn heye û divê were cîbicîkirin.”
Rayedarên girtîgeha Ormiyê nahêlin malbatên girtiyan serdana wan bikin û heta niha gellek caran ew bi îdamê tehdîd kirine.
Rûdaw