Şanda Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê daxwaza azadkirina peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo û wênegirê Rûdawê Mesûd Eqîl dike.
Herdu hevkarên Rûdawê di 15ê vê mehê de li ser rêya di navbera Qamişlo û Til Koçer de ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatin girtin û heta niha nehatine azadkirin.
Şanda Rojamevanên Kurdistana Sûriyê di daxuyaniyekêde daxwaz ji wî aliyê ku ew herdu rojnamevanên Kurd girtine dike ku rêz li mafên rojnamevanan bigre û herdu hevkarên Rûdawê serbest berde.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku sendîka daxwaz ji aliyên peywendîdar dike ku guvaşên pêwîst bike ji bo ku herdu rojnamevanên Rûdawê bên azadkirin.
Rûdaw