Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayik, bi dijwarî hikûmeta Tirkiyê bi hevkariya Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) tewanbar dike, heta îdia jî dike ku serokê rastîn yê DAIŞê ne Abû Bekir el-Bexdadî yê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e.
Di hevpeyvîneke ligel mezintirîn heftenameya almanî DIE ZEIT de, Cemil Bayik wiha gotiye: “Serokê rastî ne Abû Bekir el-Bexdadî yê, Tayyip Erdogan e.”
Cemil Bayik herwiha dibêje: “Di nava Artêşa Azad a Sûriyê û Dewleta Îslamî de komên taybet yê tirk hene. Ev hêzên nefermî ne ku li hemberî PKKê şer dikin. Tirkiye êdî nikare bi hêzên fermî şerekî li hemberî me bimeşîne, lê bi van hêzên veşartî dikare vê yekê bike.
Li gor DIE ZEIT, Bayik diyar dike ku ew dizane ku ev tewanbariyên giran in, lê dibêje ku pêwîstiya PKKê bi wê yekê tine ku propagandayê bike û jixwe armanceke partiya desthilatdar AKP ya çareseriyeke ligel PKKê nîne jî.
Bayik herwiha dibêje ku danûstandina PKKê ligel Tirkiyê li ser pêvajoya aştiyê “yekalî” dimeşe, ango PKK ye ya ku vê pêvajoyê bi pêş dixe û wiha berdewam kiriye: “Lê em jê ne poşman in ku em ketine vê rêyê. Serokê PKKê pêşnûmeyeke danûstandinê pêşkêş kiriye. Me jî ji hikûmetê daxwaz kir ku nêrîna xwe li ser vê pêşniyarê diyar bike. Eger hikûmeta Tirkiyê vê pêşniyarê qebûl neke, emê vê yekê weke amadekariyên ji bo şer bihesibînin. Em vê qebûl nakin.”
Bayik diyar dike ku pêwîstiya pêvajoya aştiyê bi navbeynkarekî heye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikarin vê yekê bikin: “DYA yek ji wan welatan e ku dikare vê yekê bike. Em çareseriya pirsgirêka ligel Tirkan dixwazin. Amerîkî îro li Kobanê hevpeymanên me ne. Ew li hemberî Dewleta Îslamî şer din, em jî vê yekê dikin. DYA nikarin bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn siyasetê bimeşînin.”
Bayik herwiha diyar dike ku PKK dikare ji bo Ewropayê jî arîkar be, bo mînak Ewropa dikare pêgiriya xwe ya bi enerjiya ji Rûsyayê kêmtir bike, eger herêmên kurdî yên li Sûriyê bên ewlekirin: “Rêya petrol û gaza ber bi Deryaya Spî di nav xaka Rojava re jî derbas dibe. Eger ev rê bê aramkirin, wê demê Ewropa jî dikare bêhnekê bistîne.”
Rûdaw