Şaciwana sala 2013 a Kurdistanê Seher Ebdula ji niha ve xwe ji bo bîranîna roja ala Kurdistanê amade dike.
Seher Ebdula ji Xendanê re got: Wek hûn dizanin roja 17/12 hemû salê roja ala Kurdistanê ye û min jî weku keçeka şehîd ya Kurdistanê ez daxwaz ji hemûyan dikim weku Kurdekî niştimanperwer bo rêzgirtina li xebata xwîşk û birayên pêşmerge û rêzgirtin li ala rengîn a Kurdistanê ji niha ve xwe amade bikin û di wê rojê de em hemû li her cihekî cîhanê bin bila ala Kurdistanê di destê me de bê.
Şaciwana Kurdistanê got: Em welatê xwe û ala pîroz ya niştimana xwe bi xelkê dinê zêdetir bidin nasîn.
Xendan