Serokê Çeçenîstanê Remezan Qadîrof piştî hevdîtinên ligel qralê Urdinê Qral Ebdullah, diyar kir ku Ereb, Çeçen û Misilman ne dijminê kurdanin. Qadîrof daxuyaniyên qral Abdullah ên derbarê Rojava de jî bi bîranî û got: “Ev daxuyaniyên qral di warê siyasî de ji bo PKK’ê giringin.”
Li gorî nûçeya ROJ News’ê berî çend rojan qralê Urdinê, qral Abdullah ligel serokê Amerîka Barack Obama hevdîtinek çêkir. Qral Abdullah piştî hevdîtina ligel Obama, ji çapemeniya Amerîka re diyar kir ku pêwîste hêzên hevpeymanan ji bo hêzên kurdî yên li Kobanê şerê DAIŞ’ê dikin, alîkariya çekan bişînin.
Piştî hevdîtina qral Abdull ya ligel Obama, serokê Çeçenîstanê Remezan Qadîrof ligel qralê Urdûnê qral Abdullah hevdîtinek çêkir.
Siyasetmedarekî nêzî Qadîrof, ji RojNewsê re li ser naveroka hevdîtina navbera Qadîrof û qral Abdullah de axivî. Wî siyasetmedarî nexwest navê wî were belavkirin. Li gor axaftinên wî siyasetmedarî Qadîrof li ser daxuyaniyên qral Abdullah ên derbarê Rojava de wiha gotiye: “Ev daxuyaniyên qral di warê siyasî de ji bo PKK’ê giringin. Di encamê de tevî ku ev şer vegerandine şerê kurd û ereban, piştî daxuyaniya serokekî Ereb û piştî hevdîtina ligel Obama, daxuyaniyek bi vî awayî pêşketinekî giringe û wê berdewama wê jî hebe. Ereb, Çeçen û Misilman ne dijminê kurdanin.”
Li gor axaftinên wî siyasetmedarî, ji ber gotinên qral Abdullah ên derbarê Rojava de serokê Çeçenîstanê Remezan Qadîrof spasiya Qral Abdullah kiriye.
Serokê Çeçenîstanê Remezan Qadîfor di hevdîtina ligel qral Abdullah de balê dikişîne ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kurdan û wiha dibêje: “Ev ne şerê kurd û Misilmanane. Şerê birayên me yên kurd ê li dijî Şeytanane. Çi kesê tiştek di destê wan de hebe, bila pêşkêşî birayên me yên kurd bike.”