Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah got ku rêber û rayedarên Başûrê Kurdistanê nekarîn xeter û gefa DAIŞê li ser Kurdistanê bibînin û DAIŞ “xelet xwendina”.
Hesen Nesrullah di hevpeyvînekê de digel rojnameya El Exbar a Libnanê behsa şerê DAIŞê û gefên wê li ser herêmê kir.
Hesen Nesrullah diyar kir ku wî texmîn dikir ku DAIŞ dê piştî girtina Mûsilê êrişî Başûrê Kurdistanê jî bike lê rêber û rayedarên Kurdistanê nekarîn vê yekê bibînin û wiha axivî:
“Kurdan digot DAIŞ dê li wan cihên ku girtiye, bimîne û Kurdistanê tehdîd nake. Ev analîzek xelet bû û wê jî çavaniya xwe ji wan sozan digirt ku DAIŞê yan jî şirîkên wê dabûn kurdan.”
Sekreterê Hizbullahê got ku ew ji bo parastina Libnanê li Sûriyê şerê DAIŞê dikin û wiha pê de çû:
“Heta niha di dîrokê de ti mexlûqetek mîna DAIŞê nehatiye dîtin ku bi kîneke kûr xwîna mirovan dirijîne. Helbet gunehê vê yekê dikeve stûyê NY. DAIŞê jin û zarokên êzîdî zindî-zindî xistiye binê erê û komkuj kiriye. Li dinê ti pîvan û mantiqek rê nade ku tu bi hezaran mirov li ser çiyê tî û birçî asê bihêlî.”
Li gorî Hesen Nesrullah, bila qet Tirkiye nebêje ez alîkariya DAIŞê dikim lewma DAIŞê êrişî min nake. Tiştekî wisa tine, ti hêz û dewletek nikare vl lîstokê bibe serî çimkî DAIŞê dê êrişî Tirkiye, Erebistan û Ordunê jî bike!