Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li bajarê Minbic`ê nêzîkî 40 welatiyên sivîl yên xelkê Kobanê serbestberdan ku ku beriya 4 heyvan bi tometên ew endamên partiyên Kurdî ne li nêzîkî bjarê Minbic`ê hatibûn desteserkirin.
ew welatiyên xelkê Kobanê ku di zîndanên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) de li bajarê Minbic`ê hatibûn girtin kesekî ji wan girtiyan yê bi navê Beha El Dîn Xibo jiber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye ku, hîna çarenivîsa bi sedan welatiyên sivîl yên di zîndanên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) de ne diyare.