Wezîrê Derve yê Emrîka Jon Kêrî ragihand ku, beşdarîkirina Îran`ê di hêrişên esmanî yên li dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) de karekî erênî ye û têkestî li ser hevkariya darayî jî kir ku bi birê 500 Milyon Dolar e ji aliyê Siûdiyê ve bi Îraq`ê hatiye pêşkêş kirin.
Wezîrê Derve yê Emrîka Jon Kêrî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku,hevpeymanan gurzek kujdar li çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) weşandine û dikariyane çend çavkaniyên darayî yên DAIŞ`ê li Sûriyê û Îraq`ê têk bidin.
Wezîrê Derve yê Emrîka Jon Kerî aşkere kir ku, Heyder Ebadî Serok Wezîrê Îraq`ê ji wî re gotiye ewê guhertinan di sîstema dadweriyê de bikin ku ew pêngaveke başe ji aliyê Hikûmeta Îraq`ê ve dê bê encamdan.
Xendan