Li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di şer û pevçûnên şeva borî de 29 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, şeva borî li rojhilatê bajarê Kobanê li Kaniya Kurdan û xeta sînor di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rûdan û di wî şerî de 10 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
Li eniya başûr jî li kolana 48’an otombêleke bombekirî ya DAIŞ berya bighêje armanca xwe teqandin.
Li taxa Botan Şerqî ya bajêr jî şer û pevçûn dijwar bûn û di encamê 17 çete hatin kuştin û gelek cebilxane hate desteserkirin.
Şervanên YPG’ê li eniya rojava li ser riya gundê Memît li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Xendan