Filmê derhênerê kurd Huseyin Karabey a bi navê “Were Dengê Min” li Latîn Amerîkayê beşdarî Festivala Filmê ya Mar Del Platayê bû û 3 xelat bi hev re stand.
Filmê Huseyin Karabey a bi navê “Were Dengê Min” li Arjantînê beşdarî 60emîn Festivala Filmê ya Mar Del Platayê bû û xelatê beşa filmê herî baş û du xelatên din jî wergirt.
Filma Were Dengê Min a ku 5ê Befenbarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikeve sinemayê di 60emîn Festivala Filma ya Mar Del Platayê de beşa filmên navnetewî de tevlî pêşbirkê bû û xelatê filma herî baş, xelatê temaşevanan û xelatê Yekîneyên Dêran a şanaziyê ya bi navê “Signis” stand.
Derhenêrê kurd Karabay xelat , ji destê senarîstê filmên “The Last Temptation of Christ” û “Taxî Driver” Paul Schrader wergirt.
Festivala Filma ya Mar Del Platayê ya Latîn Amerîkayê ya herî mezin e û îsal nêzîkî 500 filman ji aliyê 130 hezar temaşevanan ve hatin temaşekirin.
Filma Huseyin Karabey a bi navê “Were Dengê Min” ji beriya niha di Festivala Filma ya Stenbolê de jî xelatê bi navê “Gelê Tundraw” standibû.
Rûdaw