Biryar e îro li navenda NATOyê wezîrên derve yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê bicivin û tê çaverêkirin ku di civînê de şandina hêza bejayî bo şerê DAIŞê bê gotûbêjkirin.
Herwiha biryar e îro wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê li Brûkselê civînekê pêk bînin û tê de mijarên Ukrayna, mana serbazên NATO li Afganistanê tên gotûbêjkirin.
Sekreterê NATOyê Jens Stooltenberg ragihand ku ti daxwaziyeke fermî li ser beşdarbûn di şerê Sûriyê de ji wan re nehatiye pêşkêşkirin û li ser rewşa Iraqê jî got ku ewê alîkariyên xwe jê re bidomînin.
Rûdaw