Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Martin Dempsey û şandeke ligel kir ku ji Balyozê Amerîkayê li Şraqê Stavrat Johnz û hejmarek şêwirmendên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê pêk hatibû.
Di civînekê de ku Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebawr Yawer û endamên Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokerkanê Artêşa Amerîkayê General Martin Dempsey ji bo hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku hevahengiya di navbera Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de baş birêve diçe.
General Martin Dempsey got: ‘’Dê Hêzên Hevpeyman li ser piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge berdewam bin êdî çi di warê perwerdeyê de be yan warên din. Herwiha dê êrîşên esmanî jî bo ser pêgeh û binkeyên DAİŞ’ê berdewam bin.’‘ Dempsey, pêşketina vê dawiyê ya Hêzên Pêşmerge bilind nirxan û got ku rolekî girîng ê Pêşmergeyan di şerê dijî terorê hebû û herwiha sersaxî jî li malbatên wan Pêşmergeyan kir ku di şerê dijî terorê de şehîd bûne.
Di beşeke din a axaftina xwe de Dempsey, da zanîn ku welatê wî û Hêzên Hevpeyman di şerê dijî DAİŞ’ê de pişta xwe bi stratejiyeke piralî û zelal girêdidin û derbarê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de jî wiha axifî: ‘’Armanca serdana min ji nêzîk ve agahdarbûna rewşa meydanî û guhdarîkirina pêşniyar, şîret û nerînên Serok Barzanî ye derbarê çawaniya berdewambûn li ser lêdan û jinavbirina terorîstên DAİŞ’ê.’‘ Dempsey herwiha ji Barzanî re got: ’‘Hêzên Hevpeyman hemû têbîniyên Herêma Kurdistanê û pêdiviyên Pêşmergeyan cidî werdigirin û kar bo temînkirina wan dikin.’‘
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi germî bixêrhatina General Martin Dempsey û şanda ligel kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Amerîka û Hêzên Hevpeyman di şerê dijî DAİŞ’ê rolekî bi bandor dîtine. Barzanî bal kişand ser rewşa meydanî ya eniyên rûbirûbûna terorîstan û qala çawaniya têkşikandina terorîstên DAİŞ’ê bi destê Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Barzanî wiha axifî: ‘’Ligel ku ambargo li ser Hêzên Pêşmerge bû, lê bi îmkanên kêm karîn êrîşên rêxistina terorîst rabigrin ku çekên modern û îmkanên du dewletan ketibûn destê wê. Pêşmergeyan gelekî zû karîn êrîşên DAİŞ’ê rabigrin û bikevin rewşa êrîşkirinê û li gelek cihan jî terorîstan têk bişkînin.’‘
Serok Barzanî tekez kir ku dê hemû qurbaniyekê bidin daku terorîstan ji welatê xwe derxînin û her bosteke Kurdistanê ji destê terorîstan azad dikin. Barzanî herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman kir ku heta niha tenê yek cihê sivîl jî nekirine armanc û hevahengî û êrîş bi planên baş birêve diçin.
Di civînê de her du aliyan tekez kir ku divê hikûmeta İraqê alîkariya Hêzên Pêşmerge bike û herwiha parastina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û piştgirîkirina Hêza pheşmerge ya li wî bajarî jî pêwist hat dîtin.
BasNews