Duh 15/11/2014 li Berlînê paytexta Almanyayê rewşenbîr, rojnamevan , siyasetmedar û endamê desteya damezrêner û endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Kemal Fuad koça dawî kir.
Dr. Kemal Fuad , wêstgehekî jiyanê ya dewlemendbû di warên siyasî û rewşenbîrî û dîplomasî û rojnamevanî de û pir serweriye ku jibo YNK û binemala wî ya niştiman perwer bûye cihê şanaziyê , ev kesayetiya temen û jiyana xwe bi camêrane û bi xwaragîrî di xebata niştimanî û demokrasî de bi serbilindî birê kir.
Dr. Kemal Fuad di ware xebata ronakbîrî de jî şaswarekî rêya rojnamevanî û pêşengekî weha bû ku dibê rojnamevanê Kurd şanaziyê pê bike, çûnkî eger fedekariya wî nebûya dîroka rojnamevanê Kurd û rojnameya (Kurdistan) dê winda bibûya, ku bi fedekarî û hewlên xwe hemû hejmarên rojnameya Kurdistan li arşîva Almanyayê de digeriya û peyda dikir.
PUKmedia