Daxuyanî ji bo raya giştî
10.06.2014
Divê PYD rê bide ARTA FM ku weşana xwe li Kobanî bidomîne
Desteya Hundir a hikûmeta kantona Kobanî di 4.6.2014ê de ji ARTA FM xwest ku weşana xwe li Kobanî rawestîne. Ev biryar derket piştî ku di 3.6.2014ê de ARTA FM piştî gefên ji aliyê endamekî bilind ê Dezgeha Asayîşan ve weşana xwe rawestandibû.
Hikûmeta kantona Kobanî sazkirina qanûneke nû ji bo alavên ragihandinê wek sedem ji bo biryara xwe bi nav kiribû.
Balkêş e ku hikûmetê ji Kobanî FM nexwestiye ku weşana xwe rawestîne. Kobanî FM radyoyeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) ye. PYD hêza sereke ya desthilatdar e di Kantona Kobanî de.
ARTA FM di 14.04.2014ê de li gor ruxseta jimar 20 dest bi weşana xwe li Kobanî kir. Berî hingî ARTA FM li gor ruxseta jimar 4 di 06.07.2013ê de dest bi weşana xwe li Amûdê kiribû. Herdu ruxset ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ve hatine dayin. YRA tek dezgeh e li Cezîrê, Kobanî û Efrînê ku mafê wê heye ruxsetan bide alavên ragihandinê.
Birêvebirê Giştî yê ARTA FM, Sîrwan H. Berko, biryara rawestandina weşana ARTA FM li Kobanî şermezar kir. Wî got: “Ji roja pêşî ve em li gor rêbazên li deverê karên xwe dikin. Çawa dibe ku aliyek ruxseta weşanê bide me û aliyek din ji heman desthilatê biryarê bide ku divê weşana radyoyê bê rawestandin?”
H. Berko bal kişand ser wê yekê ku biryara hikûmeta kantona Cezîrê biryareke siyasî ye li dijî ARTA FM. “Çawa ji ARTA FM tê xwestin ku weşana xwe rawestîne û di heman demê de tevaya alavên ragihandinê li Kobanî karê xwe didomînin, mîna Kobanî FM?”
ARTA FM bang li hikûmeta kantona Kobanî û bi taybetî li PYD dike ku rêzê li Yekîtiya Ragihandina Azad û ruxsetên ji aliyê wê ve bigirin û bihêlin ku ARTA FM li Kobanî weşana xwe bidomîne.
Sîrwan H. Berko got: “Eger hikûmeta kantona Kobanî û PYD ruxseta ARTA FM ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad ve qebûl nakin, çima ew ji alavên ragihandinê dixwazin ku ruxsetê ji cem vê dezgehê bistînin?”
ARTA FM radyoyeke civakê ye. Ew bi zimanên kurdî, erebî û siryanî ji Amûdê li devera Cezîrê û Kobanî weşanê dike.
Peywendî: 00905380602976, e-mail: artafm13@gmail.com
www.arta.fm, www.facebook.com/artaradio, www.soundcloud.com/artafm1